Meha borî dosyeya Kovara Wyê "Tu ji bo kê û çi dinivîsî" bû. Min gelek dixwast ku ji wan re nivîsek bişînim, lê mixabin û sed heyf derfet çênebû ku ez binivîsînim.
Nekêm 16 meh bûne min dest bi hînbûna zimanê Kurdî kir. Sala borî di meha Tirmehê de kursa min dest pê kiribû. 4 meh derbas bûn, min nivîsa xwe ya Kurdî a yekemîn nivîsand. Ez bawerim aşkere ye ku min ji bo kê û çi nivîsandiye.
Gelek xeletî tê de hene, lê min nexwest sererast bikim.
Bi heviya bersivandina Kekê Berat Birtek
Ew çend roj in nikarim ji bilî te tiştek din bifikirim. Hîşe
min ne di cih de ye. Herkes ji min re dibêjê “qey tu serxweş î”. Nizanim çi
dixwim, çi vedixwim. Dema ku ez dixwim, vedixwim jî, te difikirim. Û fikra te
hez dide min, ne xwarin ne jî vexwarin. Ew tiştek xweş e, an na nizanim. Jixwe
nikarim ji bo tiştekî biryar bidim.
Herkes ber çavê min mîna te xuya dike. Lê divê tu yekî
taybet bî, ne wisa? Qey ez nikarim bijim aliyên xweşik ên hezkirinê. Hemu ew
tiştan wekî kemasiya hezkiriya min e.
Ji te qet tiştek naxwazim, jixwe evîna te tiştê herî mezinê ku
tu dikarî bidî min. Evîna te ji her tişt tu dikarî bidî min xweşiktir e.
Fikra te qet neçê ji bîra min. Her gav bi te mijul im. Mirov
çi qas dikarê bi evînêkî wisa bijî, an jî bi evînêkî wisa dikare çi bike? Nizanim tu jî wekî min
tiştên wisa dijî an na, jixwe ew jî ne xema min e. Lê bi rastî ev qas bi kar anîna
gotina “jixwe” jî diyar dike ku xema min e. Lê ev jî ne tiştekî xweş e. Divê ez ji te bendewarî tiştekî nebim. Li gorî min ji evîndara xwe xwedî
hevî bûn tiştekî kambax e. Ez hin caran dixwazim ku tu ji min tiştek bixwazî,
lê ev daxwaz jî ne rast e. Keçê, min dilê xwe ji te ra ji bo bextewarbûna neda,
evîna te jixwe bextewarîyê herî mezin e. Lê wekî tu jî dibêjî; bextewari jî
tiştekî kambax e, ji bo kesên gej e.
Piştî ku min dil da te, qey watêya gotinên stranan guhartin.
Siya Şevê niha xweşiktir dibêjê “tu xewn î, xewn derew e, were min bixapîne”,
gotina Ciwan “gul gula min, daxwaza min” zêdetir watêdar e bi te.
Nizanim ez vê nivîse çima dinivîsînim, lê qey pênûs ji destê
min dişemite.
Dixwazim ku hin hîster werin ji çavê min en nankor û ji çavên
te yên delal, û ez xezalêki tî bibim, werim ji golên çavên te aw vexwim.
Dixwazim ku tu roniya rêya min bî. Rêya rast ji min re nîşan bidî. Tu bêjî û ez
jî wekî zarokan bereday guhdar nakim.
Dixwazim ku xeyalên zaroktiya min bi te pêk be. Naxwazim ji
bilî behna te behnêkî were min. Nikarim bêjim “bes”e. Tu ji bo min ne “bes”î
delalê. Şev û roj nikarim rakevim ji derdê te; lê heke tu bipirsî, hişyar jî
nîn im.
Xwezî tu ax bûya, ez jî baran; her roj, her şev, her gav
ketima hembeza te.
Nizanim tu ji vê nivîse hez bikî an na, ew jî ne xema min e.
Lê bizanî be ku naxwazim ji bilî te kesêk bikevê jiyana mina xopanê.
Naxwazim evînêk din bijim, ji keçêk din hez bikim. Naxwazim
ji çavên min ên nankor ji bo kesêk din hestir werin. Dixwazim ku ji bo tenê te
bi mehan bêxew bimînim, ji bo tenê te bi seetan bigrim. Dixwazim ku ji bo tenê
te bi zimanê mina xweşik tiştan binivîsînim, û ji te ra bixwînim. Dixawzim ku
tenê neynik çavê te bibe ku ez xwe bibînim.
Nizanim ez ê vê nivîsê bidim te an na, heke ez nadim jî, ji
bo kemasiyên zimanê min, li min biborîne. Wekî tu jî dizanî ez nikarim derdê
xwe bi rastî, bi hesanî bînim ziman.
nivîsa yekem pîroz bé
ReplyDelete